+ Rojjj, ez heyrana xwe me :D
- lê erê erê, tu nebûyî gûyek îcar "ez heyrana xwe me."! Tew tew bila ez bimrim.
+ Tu min dişkînî ha... tu nabînî ez çiqas xweşik û biaqil im! Ax ax. Kesê ku min hez bike û bi min ra bizewice ew bi rastî pir bextiyar e.
- Malaminê, tu îro çiqas kêfxweş î û pesnê xwe didî. Welleh tiştekî ecêb e.
+ Gelo çima, ma ez nikarim pesnê xwe bidim?! Binêre, bêdeng be ez îro pir dilgeş im :))
- Peyy, ji min ra çi! dixwazî dilgeş be yan jî nebe, ne xema min e.
+ Gêjj, ez îro evqas kêfxweş û bextiyar im, lê îcar tu xemgîn î. Ez tu me, tu jî ez. Tu ji kêfxweş be û bila hemû bextiyar û azad bin. Bextiyarî azadî ye.
- Binêre, ez heyrana te me ji ber çavê min here cihekî din bibe "Pollyanna".
+ Îcar "Pollyanna!" keçê Pollyanna kî ye?
- Mala'm xiram mala'm xirab... ax axx. Ma te di zarokatiya xwe de Pollyanna nexwend!
+ Naaa, berde Pollyanna, min qet pirtûkek nexwendiye. :dd
- Çiiiii! Hawarr limin daye havarrr... Na! Naa! Tiştekî wisa nabe. Tu ne ez im, ez tew tew ne tu me. Oyy Xwedê hestiyên Eleanor H. Porter niha diêşe!